Cîhada Îslamî mêvandariya Îmaratê ji bo Neftali Bennett şermezar kir
Hezîran 10, 2022 12:14 Asia/Tehran
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê mazûvaniya Îmaratê ji bo Serokwezîrê Rejîma Siyonîst Neftali Bennett şermezar kir.
Li gorî rapora roja Îniyê ya Felestîn El-Yewm, Tariq Selmî berdevkê Cîhada Îslamî a Filistînê got: "Îsrara li ser asayîkirina peywendiyan û danîna her peywendiyê bi dijmin re, paşguhkirina êş û azarên gelê Filistînê ên ji ber destdirêjî û terorîzma siyonîstan li dijî gelê Filistînê li Quds û peravên Rojava çemê Urdunê ye."
Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Neftali Bennett êvara Pêncşemê piştî hevdîtina 2 saetan a bi Serokê Îmarat Muhamed Bin Zayed re, ev welat terikand.
Medyayên Siyonîstî ragihandin ku Neftalî Bennett piştî hevdîtina 2 saetî ya digel Muhamed Bin Zayid sefera xwe ya Ebû Zebî bidawî anî û vegeriya Telavîvê.