May 29, 2022 21:06 Asia/Tehran
  • Li bakurê Sînaya Misirê 10 terorîst hatin kuştin

Artêşa Misirê ragihand ku li bakurê Sînayê di şer û pevçûnên li dijî hêzên çekdar da 10 terorîst hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, artêşa Misrê îro Yekşemê ragihand ku hêzên çekdar ên Misrê li bakûra Sînayê jî terorîstek di şer û pevçûna digel terorîstan de girtin.

Artêşa Misirê Çarşemiya 11ê Gulanê jî ragihandibû ku di encama şer û pevçûnên navbera artêşa Misrê û terorîstên çekdar li bakurê rojhilatê biyabana Sineyê, 5 leşker û 23 çekdar hatin kuştin.

Ev êrîş han çend rojan piştî ku şeva Şemîyê di êrîşeke terorîstî de li rojhilatê Kanala Suêzê, 7ê Gulanê 11 serbazên Misrî hatin kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn, qewmî .

Ev şer û pevçûn piştî êrîşa terorîstî ya li ser kargeheke paqijkirina avê li rojhilatê Kanala Sûsê pêk hat.

Navçeyên curbicur ên Misrê ji wan jî nîvgirava Sînayê di van salên dawî de rastî zêdebûna bêewlehiyê û êrişên terorîstî bûne, nemaze piştî rûxandina hikûmeta Muhemed Mursî ji aliyê artêşa Misrê ve di sala 2013an de.

Zêdebûna bêewlehî û êrîşên terorîstî li Misrê bûye sedema nerazîbûneke mezin di nav gelê Misrê de li hember serokomarê niha yê Misrê Ebdulfetah Sîsî.

Serepeyv