May 29, 2022 10:08 Asia/Tehran
  • Meşa ala Filistînê li Ramallahê

Li hember meşa ala siyonîstan li Qudsa dagirbûyî, Filistînî tevî seferberiyê li Mizgefta Eqsayê li dijî siyonîstan, li Ramellahê meşa ala Filistînê li dar têxin.

Meşa alê her sal li meha Gulanê di salvegera dagirkirina beşê kevin yê Qudsê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve tê lidarxistin.

Siyonîst îdia dikin ku bajarê Qudsê bi temamî paytexta vê rejîma sexte ye, lê gelê Filistînê pêgirî li ser wê yekê dikin ku Quds paytexta Filistînê ye. Tevî hişyariyên grûpên berxwedanê, Rejîma Siyonîst dil heye ku meşa bi navê “Meşa Alê” li Qudsa dagirbûyî li dar bixe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, filistînî îro yekşemê li meydana El-Manara li navenda Ramellahê wek berteka li hemberî kiryara tehrîkker a siyonîstan li babeta lidarxistina meşa alê li navça kevin a Qudsê ya dagirbûyî dê bimeşin.

Komên berxwedêr ên Filistînê banga seferberiya giştî ya filistîniyan li Quds, Şerîeya Rojava û herêmên dagirbûyî yên sala 1948an kirin da ku li hemberî her êrîşeke siyonîstan ser Mescîd El-Eqsayê bisekinin.

Biryar e ku filistînî ji vê sibê ve bi rûniştina li Mescîd El-Eqsayê û nimêja bicoş a sibê li hemberî her êrişeke siyonîstan ser qibleya ewil a misilmanan berxwedana xwe nîşan bidin.

Serepeyv