May 28, 2022 14:32 Asia/Tehran
  • Nûciwanekî filistînî bi destê leşkerên siyonîst ve li Beytlehmê şehîd bû

Hêzên Rejîma Îsraîlê li başûrê Beytlehmê nûciwanekî filistînî yê 14 salî şehîd kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku "Zeyd Mihemed Xenîm" nûciwanê 14 salî yê filistînî bi gulla hêzên dagirker ên siyonîst hat şehîdkirin.

Şehîdbûna vî filistînî li dema rûbirûbûna filistîniyan li gel leşkerên siyonîst li “Belede el-Xezer” li başûrê Beytlehemê pêk hat.

Pêşhatên roja Înê li Herêmên Dagirkirî di demekê de diqewmin ku dezgehên ragihandinê yên bi zimanê Îbranî di rojên borî de derbarê zêdebûna nîgeraniyên ewlehî û leşkerî yên Tel Avîvê li ser meşa alê xeber didin.

Nêzîkî 30 sal e siyonîst li Qudsa dagirbûyî meşa bi navê Meşa Alê li dar dixin û di hilgirtina ala Rejîma Siyonîst de siloganên dijî filistîniyan didin ku eva dibe sedema bertekên cidî ji aliyê gelê filistînî.

Serepeyv