Nesrullah: Destkefta Hizbullahê di sala 2000î da destkefta herî mezin a Libnanê di dîtoka hevçerx da ye
Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê êvara Çarşemiyê serketina li hemberî Israîlê wek Yewmullah da zzanîn û got: Destkefta ku Hizbullahê di sala 2000î da bi dest xist, destkefta herî mezin a dîroka hevçerx a Libnanê ye.
Berxwedana Hizbullaha Libnanê roja 25ê Gulana 2000î piştî 18 salan Rejîma Siyonîst neçar kir ku ji başûrê Libnanê paşvekişe. Ev roj li Libnanê wek Cejna Berxwedan û Rizgarkirinê hatiye binavkirin.
Li gorî rapora IRNAyê, seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftinekê da bi boneya salroja azadkirina Libnanê ji bin dagirkeriya Rejîma Siyonîst û Roja Berxwedanê, ji tevahiya kesên ku canê xwe di vê rêkê da feda kir, sipasî kir û got: Serkeftina sala 2000î dîsîplîna wê artêşa têkneçûyî têk bir û plana Israîla mezin têk şikand û hêviyeke dubare da gelê Filistînê ji bo rizgarkirina welatê xwe.
Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di beşeke din a axaftina xwe da tevî sipasiya ji Komara Îslamî ya Îranê got ku Tehran her cûre hewile ji bo piştevaniya ji Berxwedanê pêk anî.
Wî her wiha roja şehîdê sipehbud hecî Qasim Silêmanî dipêşdabirina armancên bereya Berxwedanê gelekî girîng zanî.
Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Divê tevahiya wan cangorîtiyan bên bibîrxistin, ji ber ku ev serkeftin belaş nehat bidestxistin, belkî bi xwîn, hêstir, dest, pêçiyên li ser tetika tifingê, aqil, dil û vînê pêk hat.
Divê ew kesên ku li hemberî dagirkeran li ber xwe da, bên nasandin; Her wiha kesên ku li dijî gelê xwe komplo pêk anî.
Wî her wiha ggot: Nifşa nûmdivê ji wê rezîlbûn û tepeseriyê di rawestgehên lêgerînê yên başûrê Libnanê haydar bibe û bizane ku bav û biraayên wî çi êş û renc di zînandan û di dema binpêkirina mafên mirov tehemil kirin.
Nesrullahî got: Gelê Libnanê divê rûyê rastîn ê Rejîma Siyonîst nas bike; Rejîma tê dikoşe xwe asayî nîşan bide û têkiliya wê di gel gelên din ên navçeyê hebe.
Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê careke din serkeftina sala 2000î wek destkefta herî girîng a dîroka hevçerx da zanîn û got ku ev serkeftineke tam bû ku bû sebeba şanaziya welatên erebî-îslamî û welatê Libnanê.