May 25, 2022 12:05 Asia/Tehran
  • Şehadeta nûciwanekî filistînî bi gulla leşkerên siyonîst

Çavkaniyeke nûçeyan ji şehîdbûna nûciwanekî filistînî ku li rojhilata Nablusê kete ber gullên leşkerên siyonîst ve xeber da.

Leşke û şêniyên siyonîst her roj bi hincetên curbecur xelkê mezlûm ê Filistînê şehîd, birîndar an jî destgîr dikin.

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser a Filistînê, roja çarşemiyê li rojhilatê Nablusê li bakurê rojavayê çemê Urdinê nûciwanê filistînî yê bi navê Xeys Yamîn ê 16 salî bi gulla çekdarên siyonîst hat şehîdkirin.

Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku di êrîşa Siyonîstan li rojhilatê Nablusê de 80 Filistînî birîndar bûne.

Ketîbeya Berxwedana Fethê diyar kir ku Mucahidînên vê komê rasterast hêzên rêjîma dagîrkerê Qudsê kirine armanc û di encamê de hejmarek ji wan birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, leşkerên siyonîst ji bo piştgiriya êrişa rûniştiyên bajarokên siyonîst ser tirbeya Hz. Yûsif (S) ji bo merasîmên Telmûdê êrişî wê deverê kirin.

Serepeyv