May 19, 2022 19:03 Asia/Tehran
  • Ebdulselam: Zorbêjên dagirker pabendê agirbesa li Yemenê neman

Serokê Desteya Netewî ya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê got ku zorbêjên dagirker pabendê xalên agirbesa li vî welatî neman.

Mihemed Ebdulselam Serokê Desteya Netewî ya Muzakireker a Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê pêgirî kir ku di rêkevtinama agirbesê da pêgirî hatîye kirin ku her hefte du geşt ber bi Umman û Qahirê va hebin, lê welatên zorbêj pabendê wê nebûn.

Ebdulselam herwiha got: Hevalbendîya Seûdî divê izna destpêbûna geştên dîyarkirî bide û dema mayî jibo cebirandina tiştê ji destçûyî bi kar bîne.

Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê jî di civîna şeva buhurî da ku bi serokatîya Mêhdî Meşşat serokê vê konseyê hat lidarxistin, ragihand ku biryara derbara dirêjkirina dema agirbesê hewcedarê hilkolandinên zêdetir û nirxandina asta pabendbûna hevalbndîya seûdî bi wê ye.

Heta nika çend caran jibo kutakirina şerê li Yemenê hewl hatîye dayînê lê her car ji ber astengîderxistina Erebistanê û hevpeymanên wê asê bûye.

Serepeyv