Mîqatî: Hilbijartina parlimanî ya Libnanê bi hêjatî bi dawî bû
Serokwezîrê Libnanê ragihand ku dewleta vî welatî hilbijartina parlimanî bi hêjatî bi dawî anî.
Necîb Mîqatî serokwezîrê Libnanê ragihand, dewletê tevî hebûna qelaş û kêşeya giran a siyasî, karî hilbijartina parlimanî di atmosfereke dîplomatîk da û bi hêjatî bi dawî bîne.
Asta teqrîbî ya beşdariya di hilbijartina parlimanî ya Libnanê sedî 41 hatiye ragihandin.
Qonaxa yekem û duyem a vê hilbijartinê taybetî libnaniyên derveyî welêt di hefteya derbasbûyî da li 58 welatên cîhanê hat lidarxistin ku asta beşdariya tê da sedî 60 bû.
Tevgera Emelê bi serokatiya Nebîh Birrî piştî diyarbûna encamên seretayî yên hilbijartina parlimanî ya Libnanê ragihand ku 17 kursî bi dest xistine. Heer wiha hat diyarkirin ku Hizbullahê
herî kêm 23 kursî bi dest xistine.