May 13, 2022 17:08 Asia/Tehran
  • Êrîşa hovane ya siyonîstan li ser merasima oxirkirina meytê nûçegihana filistînî

Leşkerên Rejîma Siyonîst bi êrîşa li ser merasima oxirkirina meytê Şîrîn Aqile, nûçegihana filistînî, pêşî li lidarxistina vê merasimê girt.

Leşkerên Rejîma Siyonîst îro êrîşî ser merasima oxirkirina meytê Şîrîn Ebû Aqile li ber nexweşxaneya El-Firensiyê li Qudsa dagirbûyî kir û beşddarên di vê merasimê da dan ber lêdanê.

Heyva Sor a Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li pey êrîşa leşkerên Siyonîst, bi dehan filistînî birîndar bûne.

Polîsê Rejîma Siyonîst rêyên ku digihêjin nexweşxaneyê jî girtin û nehîşt ku alaya Filistînê û wêneyên wê nûçegihanan şehîd bên rakirin.

Şîrîn Ebû Aqile nûçegihanan nasyar a filistînî ku bi salan cinayetên siyonîstan li dijî filistîniyan aşkira dikirin, bi derba gulleya leşkerên siyonîst hat kuştin.

 

Serepeyv