May 11, 2022 12:48 Asia/Tehran
  • Nûçegihana kanala El-Cezîreyê li Cenînê şehîd bû

Nûçegihana kanala El-Cezîreyê di êrîşa leşkerên Rejîma Siyonîst li ser Kampa Cenînê şehîd bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Çavkaniyên filistînî qala şehîdbûna Şîrîn Ebû Aqile, nûçegihana El-Cezîreyê li Filistînê kir. Ev nûçegihan di êrîşa leşkerên dagirker ên siyonîst li ser Kampa Cenînê ji ber lêketina gulleyê li rûyê wê şehîd bû.

Kanala El-Cezîreyê ragihand: Tevî ku Şîrîn Aqileyê kincên nûçegihanan û dijîgule li xwe kiribûn, ji aliyê serî va kete ber gulleya cengî ya leşkerên siyonîst.

Elî Semûdî endamê din ê tîma El-Cezîreyê jî kete ber gulleya leşkerên dagirker.

 

Serepeyv