Çalakiyên berxwedanê yên li rojhilatê Tel Avîvê; Herî kêm 3 sîyonîst hatin kuştin
Medyaya Filistînê şeva Pêncşemê ragihand ku di encama operasiyona berxwedanê ya li bajaroka Siyonîst a ELaadê li rojhilata Telavîvê çend siyonîst hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, çavkaniyên filistînî pêncşemê bi şev ragihandin ku li vê operasiyonê herî kêm 3 siyonîst hatine kuştin û hejmareke din jî ku heta diyarkirin 9 kes in, birîndar bûne.
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya hin birîndarên vê operasyonê giran in.
Berpirsiyarên vê operasyonê du welatiyên filistînî ne ku karîne ji cihê operasyonê birevin.
Komên berxwedêr ên Filistînê bi caran ragihandine ku kiryarên bi vî rengî bersiveke xwezayî ye li hember tawanên dagirkeran ên li dijî gelê mezlûm ê Filistînê û heya dema ku cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê dewam bikin, çalakiyên wiha yên dij siyonîstan wê dewam bikin.