Piştgirîya tevgerên berxwedêr ên filistînî ji berevanên Mizgefta Eqsayê
Berdevkê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê got: Komên berxwedêr bi çeka xwe ya rewa piştgirîyê didin berevanên Mizgefta Eqsayê.
Komeke bajaroknişînên sîyonîst vê hefteyê bi bangewazîyekê ji sîyonîstan xwest ku îro bi boneya tişta ku "Roja serxwebûnê" tê binavkirinê, herin Mizgefta Eqsayê.
Tariq Selmî Berdevkê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê îro pêgirî kir ku komên berxwedêr piştgirîyê didin nifûsa hevgirtî ya filistînîyan li Mizgefta Eqsayê û ew komana bi çek û şûrê rewa yê xweparastinê berevanîya wan dikin.
Selmî di civîneke çapemenîyê da dîyar kir: Pêbawerîya li amadebûna berfire ya îro her rojê ya filistînîyan li Mizgefta Eqsayê dikare garantîyek be ji bo girtina pêşîya parvekirina vê mizgevtê û dîyarkirina demên seredan û bikaranînê li vê mizgevtê û herwiha garantîyek ji bo parastina Mizgefta Eqsayê himberî xetera guhertina nasnama vî warê pîroz ser navê cihûyan û bicihkirina
wan li vî warî ye û amadebûna li vê mizgevtê şayanî qedirgirtin û rêzê ye.
Herwiha Şêx Ekreme Sebrî xetîbê Mizgefta Eqsayê got: Bi saya berxwedana filistînîyan hejmara sîyonîstên ku hicûmî Mizgefta Eqsayê kirin, daket û girseya wan kêmtir ji asta pêşbînîkirî bû.
Wî herwiha got ku Berxwedana gel bûye sebeb ku dagirker êdî nekaribin alayên xwe bilind bikin, bi gotineke din amadebûna filistînîyan li vê mizgevtê bûye sebeb ku sîyonîstên bajaroknişîn bitirsin.
Tevgera HAMASê jî îro wek berteka hibmerî bangewazîya sîyonîstan di daxûyanîyekê da ragihand ku ketina çend komên sîyonîstên bajaroknişîn nav Mizgefta Eqsayê di bin sîya piştgirîya serbazên sîyonîst da karekî gêresaz, bitalûke û handana rasterast a misilmanan e ku diqewime bibe sedema teqîneke berfire û kabîna rêjîma dagirker a sîyonîst dê berpirsê dûhatên wê be.
Tevgera HAMASê herwiha ji umeta islamî-ereb xwest ku piştgirîyê bide berxwedana gelê Filistînê û doza dadmendane ya wan heta dema jinavbirina rêjîma dagirker a sîyonîst.