Nîsan 28, 2022 22:06 Asia/Tehran
  • Di êrîşa siyonîstan ser Mescîda Eqsayê de bi dehan filistînî birîndar bûn

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Mizgefta Eqsayê de bi dehan Filistînî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst îro serê sibê êrişî hewşa pîroz a Mescîda Eqsayê kirin.

Di vê êrîşê de siyonîstan gaza rondikrêj ber bi filistîniyan avêtin û bi dehan filistînî mexdûr û rastî xeniqînê kirin.

Şeva derbasbûyî (şeva çarşemê) zêdetir ji 250 hezar filistînî tevî qedexeyên tund ên hêzên siyonîst ên dagirker li ser ketina nav cihê pîroz, li hewşa Mizgefta Eqsayê merasîmên Qedrê li dar xistin.

Roja Îna derbasbûyî zêde ji 150 hezar misilmanên filistînî yên rojîgir ji çar aliyê erdên dagîrbûyî bi taybet ji Şerîeya Rojava û herêmên sala 1948an ketine Qudsê û Mescida Eqsayê ku nimêja înê bikin û hêrsa xwe li hember siyonîstan bînin ziman. Di wê rojê de siyonîstan, êrîşî Filistîniyan kir û hejmarek birîndar kirin.

Ev di demekê de ye ku sibe 29ê Nîsana 2022an hevdem e ligel 27ê Remezana sala 1443an Roja Cîhanî ya Qudsê. Gel û komên Filistînê amadehiya xwe ji bo beşdarbûna li Mescîda Eqsayê di Roja Cîhanî ya Qudsê de ragihandin.

Serepeyv