Nîsan 28, 2022 11:05 Asia/Tehran
  • Naftali Bennett ji roja Îniya dawî ya Remezanê ya li Filistînê ditirse û bi fikar e

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û saziyên ewlehiyê yên vê rejîmê li rojên dawiyê yên meha Remezanê ku ew xistine nav fukaranli hev civiyan.

Li gor raporta Jerusalem Post, Naftali Bennett serokwezîrê Rejîma Israîlê li hevdîtina digel Benny Gantz wezîrê cengê yê vê rejîmê, Omer Bar-Low wezîrê ewlehiya giştî, Yair Lapid wezîrê karên derve û hin rayedarên din ên ewlekariya rejîmê li ser pêwîstiya birêvebirina kêşeyan di rojên dawiyê yên Remzanê de tekez kir.

Roj û hefteyên derbasbûyî yek ji mehên herî bi kêşe û alozî  yên Remezanê li seranserê Filistîna dagîrkirî û Mescîda Eqsayê bû ku çekdarên siyonîst bi tundî li Mizgefta Eqsayê di meha Remezanê de rûbirûyê nimêjkiran bûn, her çend ku hêzên siyonîst di dawiyê de neçar man ji ber berxwedana filistîniyan paşde vekişin. 

Şeva borî (şeva çarşemê) herî kêm 250 hezar filistîniyên bi rojî, ji bo nimêjê li Mizgefta Eqsayê kom bûn û careke din yekitiya misilmanan li hemberî dagirkeran nîşan dan.

Beşdarbûna vê hejmara ciwanên oldar yên filistînî li nimêjên taybetê meha pîroz a Remezanê hevdem e ligel vê yekê ku Rejîma Siyonîst derheq hebûna filistîniyan hişyarî daye.

Serepeyv