Nîsan 20, 2022 15:04 Asia/Tehran
  •  Medyayên israîlî ketin ber êrîşa sayberî

Ji ber êrîşa hekkirinê (hacker attack) medyayên israîlî ji wan kanala televîziyona fermî ya Israîlê nikarin bên vekirin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, êrîşên sayberî anku Cyber-attack bûye bijardeyeke bihêz û kêm-mesref ji bo şerkirinê û êrîşên sayberî yên komên cûr bi cûr li ser binesaziyên Rejîma Siyonîst û bidestxistin û aşkirakirina zanyariyên bingehîn ên vê rejîmê bûye sebeba hilweşiyana hêza sayberiya wê ya vala.

Di vê êrîşê da malperên sê kalanên 9, 11 û 3 yên televîziyona Israîlê ji kar ketine.

Tê gotin ku komeke hekker a iraqî ya bi navê Ferîq ul-Tahireyê ev operasiyona berfireh pêk aniye.

Beriya qewimîna êrîşa sayberî, torên civakî yên nêzikî komên Berxwedanê yên Iraqê saet di 1:02 da kodeyek nîşan da ku tiştek di vê saetê da tiştek biryar e biqewime. Dema ku li gorî gotina çalakên iraqî, tam kêliya şehîdbûna serdarê sipehbud Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis, du fermandarên mezin ên Bereya Berxwedanê li nêzikî balefirgeha Bexdayê bûye.

Çavkaniyên ibranî dibêjin ku pêkanîna êrîşê tam di kêliya şehîdbûna serdar Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis xwedan peyameke ron û aşkira ye.

 

Serepeyv