Nîsan 19, 2022 12:28 Asia/Tehran
  •  Moşekek li bajarokeke siyonîstan ket, NY'yê bi mijara aloziya li Qudisê wê bicive

Ji aliyê zîvala Xezayê ve moşekek ber bi komelgeheke siyonîstnişîn ya nêzkî zêvala Xezayê ket. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî têkildarî aloziya li Qudsê dê sibe civîneke awarte li dar bêxe.

Çavkaniyên nûçeyan ji Xezayê diyar dikin ku komelgeheke siyonîstnişîn li nêzî Xezayê bi mûşekekê hat hedefgirtin. Ev yekemîn moşek e ku piştî şerê dawî yê di Gulana par de ber bi siyonîstan tê avêtin.

Ev moşekbaran piştî daxuyaniya serokê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad El-Nexale pêk hat ku gotibû: "Tevgera me wê li hember bûyerên ku li Qudisê rû dide bê deng nemîne."

Artêşa Rejîma Îsraîlê jî ragihand ku wan bersiva moşekekê dane.

Di heman çarçoveyê de Konseeya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê sibe civîneke girtî lidar bixe û guhertin û bûyerên li Qudsê gotûbêj bike.

Ev civîn li ser daxwaza Fransa, Çîn, Nurwic û Îmaratê wê were lidarxistin.

Pevçûnên di navbera filistîniyan û çekdarên siyonîst de li Qudsê ya dagirbûyî û li nêzî Mescîda Eqsayê ji destpêka meha pîroz a Remezanê dest pê kiriye û hîn dewam dike. Di du hefteyên borî de bi dehan filistînî birîndar an jî şehîd bûne.

Serepeyv