Nîsan 18, 2022 19:31 Asia/Tehran
  • Serokkomarê istîfakirî yê Yemenê di hebsa navmalî da ye

Rojnameyeke amerîkî aşkira kir ku hegera wêdaçûna serokkomarê istîfakirî yê Yemenê zextên Riyazê bû.

Rojnameya Wall Street Jornalê di raporekê da nivîsî: Riyazê Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokkomarê istîfakirî yê Yemenê neçar kir ku dev ji desthilatê berde û berpirsên ewlehiyê yên Riyazê heta demeke dirêj ew li mala wî ya li Riyazê hebs kir û têkiliyên wî bo çend rojan sînordar kirin.

Mensûr Hadî roja 7ê Nîsana 2022an desthilatên xwe raadestî konseyeke 8 kesî ya bi navê Konseya Srokatiya Yemenê bi serokatiya Reşad Elîmî kirin.

Rayedarên agah ên erebistanî ragihandiye ku di gotûbêjên siyasetvanên yemenî li Riyazê, Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistanê bi fermaneke nivîskî ji Mensûr Hadî ra ragihand ku desthilatên wî hatine jêstandin û ev desthilat radestî Konseya Serokatiya Yemenê hatine kirin.

Wall Street Jornalê her wiha nivîsî: Mensûr Hadî di pratîkê da li mala xwe ya li Riyazê hatiye hebskirin û têkilî bi wî ra nayê girtin.

 

Serepeyv