Nîsan 18, 2022 16:21 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Libnanê: Pêdiviyên lidarxistina hilbijartinê hatine dabînkirin

Serokkomarê Libnanê di axaftina xwe da qala lidarxistina hilbijartina parlimanî ya wwelatê xwe di dema diyarkirî da û dabînbûna pêdiviyên wê kir.

Mîşil Ewn (Michel Aoun), serokkomarê Libnanê di axaftina xwe ya piştî hevdîtina di gel Bişaare Pitros Rayî, Osqofê marûniyên welatê xwe, derbarê lidarxistina hilbijartina parlimanî li Libnanê, got: Hilbijartin dê were lidarxistin û gişt pêdiviyên wê amade ne û dê tu tiştek neqewime.

Serokkomarê Libnanê tevî amajeya bi qeyrana aboriyê li welatê xwe û gotûbêja Beyrûtê di gel Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv di vî warî da, ragihand: Me û Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv li hev kiriye û ez hêvîdar im ku ev lihevkirin bandoreke erênî li ser rewşa Libnanê bike.

Ewn got: Em tûşî trajediyeke dijwar in ku pirsgirêk tê da kom bûne û îro rojê ketine rewşeke dijwar.

Hilbijartina parlimanî ya Libnanê di halekî da biryar e 15ê Gulanê were lidarxistin ku ev welata tûşî qeyraneke aboriyê ya kêmdîtî bûye.

 

Serepeyv