Berteka Heniye derbarê pevçûnên li Mizgefta Eqsayê
Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Tenha bijarde li hemberî yaxîgeriyên siyonîstan, tesbîta îslamîbûna Quds û Mizgefta Eqsayê ye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Îsmaîl Heniye, Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) wek berteka derbarê alûgorên vê dawiyê li Qudsê û Mizgefta Eqsayê, got: Li hemberî yaxîgeriyên siyonîstan û êrîşa ser Mizzgefta Eqsayê tenê du bijarde hene, an dagirkerî, zilm û gorîkirina li Mizgefta Eqsayê an jî pasevanî û tesbîta îslamîbûna Qudsê û Mizgefta Eqsayê.
Heniye her wiha got: Ev, em wek gelê Filistînê û Umeta Îslamî ne ku biryar didin û biryara me ev e ku bi her awayî dibe, Mizgefta Eqsayê ya şerîf biparêzin.
Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Tu cihekî êrîşkeran li Qudsê û Mizgefta Eqsayê tuneye û çiqasî jî dem bibe, em ê di şerê îrade û pênaseyê bi ser kevin.
Hêjayî gotinê ye, Vê sibê leşkerên Rejîma Siyonîst êrîşî ser sehnên Mizgefta Eqsayê kir û hejmareke zêde ya nimêjkaran birîndar kirin.
Li gorî rapora Heyva Sor a Filistînê, heta niha 152 filisstînî di pevçûnên Mizgefta Eqsayê da birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.
Îro hevdem di gel zêdebûna kêşe û pevçûnan li Mizgefta Eqsayê, serokwezîrê Rejîma Siyonîst civîneke awarte di gel wezîrê ewlehiyê, fermandarê hêzên ewlehiyê û fermandarê sînorvaniya vê rejîmê pêk anî.
Li gorî rapora El-Cezîreyê, dagirkerên siyonîst derdora 40 kesî girtine û li wan dane.