Îna pirr pevçûn li Mizgefta Eqsayê: Hejmara birîndarên filistînî bû 150
Nîsan 15, 2022 12:47 Asia/Tehran
Vê sibê leşkerên Rejîma Siyonîst êrîşî ser sehnên Mizgefta Eqsayê kir û hejmareke zêde ya nimêjkaran birîndar kirin.
Li gorî rapora Heyva Sor a Filistînê, heta niha 152 filisstînî di pevçûnên Mizgefta Eqsayê da birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.
Îro hevdem di gel zêdebûna kêşe û pevçûnan li Mizgefta Eqsayê, serokwezîrê Rejîma Siyonîst civîneke awarte di gel wezîrê ewlehiyê, fermandarê hêzên ewlehiyê û fermandarê sînorvaniya vê rejîmê pêk anî.
Li gorî rapora El-Cezîreyê, dagirkerên siyonîst derdora 40 kesî girtine û li wan dane.