Nîsan 12, 2022 09:42 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Gelê Filistînê dê di têkoşînên xwe da tûşî şikestê neyê

Sekretrrê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Duşemê got: Alûgorên niha li erdên dagirbûyî yên Filistînê û operasiyona Berxwedanê bandoreke mezin li ser pêşeroja Rejîma Siyonîst û têkoşîna dijî dagirkeran dike.

Seyid Hesen Nesrullah, Sekretrrê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê êvara Duşemê di axafftineke televîziyonî da tevî pîrozkirina malbata şehîdê filistînî ji ber operasiyona şehadetxwaziyê, pesna helwêsta wan a vebirr da.

Wî bi amajeyeke aşkira bi şermezarkirina operasiyona şehadetxwaziyê ya xortê filsitînî li kûrahiya erdên dagirbûyî ji aliyê hin desthilatdarên ereb va, got: Eger hûn difikirin ku têkçûna rayedarên ereb derheqê ramana Filistînê dê bibe sebeb ku xortên filistînî paşvekişin, hûn di nava wehm û xeyalê da ne.

 

Wî her wiha got: Hevsengiya parastina welatiyên sivîl li hemberî destdirêjiyên Israîlê ji ber hebûna Berxwedanê, hema wisa berdewam e.

 

Sekretrrê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê bal kişande ser hilbijartina parlimanî ya tê li Libnanê û got: Hizbullah û hevpeymanên wê li dû wergirtina sê duyê kursiyên parlimanê nînin.

 

Rêberê Hizbullahê di dewamê da derbarê hewildanên ji bo taloqkirina hilbijartinê li Libnanê hişyarî da.

Wî got: Hevrikên me yên hilbijartinê di gelek lîsteyan da berbelav bûne.

Nesrullah tekezî li ser vê yekê kir ku Tevgera Berxwedanê hertim daxwaza damezirandina dewleteke hevpeymaniya neteweyî li Libnanê kiriye.

Wî tekezî li ser vê yekê kir ku Hizbullahê tu wextî ji dewletê nexwestiye ku pişta Berxwedanê bigire û Berxwedan tu wextî li dû duberetî û pevçûnan li nav Libnanê nebûye.

Sekretrrê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di beşeke din a axaftina xwe da bal kişande ser şerê li Yemenê û got: Em pişta agirbesa li Yemenê digirin û tiştê ku me ji destpêkê va xwestiye, rawestandina şer û kuştinê bûye.

 

Wî got: Tenha rêkar li Yemenê gotûbêja rasterast di gel Sen'ayê ye û bila çaverê nebin ku kesek zextê bîne ser wan.

 

Wî her wiha bal kişande ser Roja Cîhanî ya Qudsê û ji gelê Libnanê û Cîhana Îslamê xwest ku beşdarî çalakiyên têkildarî vê rojê bibin.

 

 

Serepeyv