Nîsan 05, 2022 13:51 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên welatên ereb serdana Moskowa û Warşowayê dikin

Wezîrên karên derve yên dewletên ereban serdana Moskowa û Warşowayê dikin da ku rewşa Ukraynayê gotûbêj bikin.

Li gorî berdevkê wezareta karên derve ya Misirê Ehmed Hafiz, Wezîrê Karê Derve yê Misir Samih Şukrî îro berê xwe da Moskowayê, piştre wê biçe Warşowayê.

Hafiz got, ev serdan li ser asta wezîrên derve yên welatên ereban e û di çarçoveya pêkanîna encamnamên Meclisa Komkara Welatên Ereb de ya bi armanca dîtina çareseriyeke diplomatîk ji aloziya li Ukranyayê tên kirin.

Beriya vê yekê jî Cezayêrê ragihandibû ku wezîrê wê  yê derve Remtan Limamira wê rojê duşemê li gel wezîrên derve yên Urdun, Sûdan, Iraq û Misirê serdana Moskowayê bike. Her wiha daxuyand, Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyit wê li gel şandeya wezîrên derve hevdîtinan bi aliyê rûs re pêk bîne.

Wezareta Derve ya Cezayêrê got, piştî Moskowa, ew şande dê serdana paytexta Polonya Warşowayê bike da ku bi aliyê Ukraynayê re jî hevdîtinan pêk bîne ji bo gotûbêja ser şerê Rûsyayê li Ukraynayê.

Serepeyv