Dewama êrîşa bajaroknişînên siyonîst li ser mizgefta Eqsayê
Çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa hovane ya bajaroknişînên siyonîst li ser mizgefta Eqsayê kir.
Li gorî rapora El-Ehdê, Mizgefta Eqsayê careke din kete ber destdirêjiya bi dehan bajaroknişînên siyonîst.
Medyayên filistînî ragihand ku destdirêjiya bajaroknişînan li ser Mizgefta Eqsayê bi Çiraya kesk a leşkerên Rejîma Siyonîst qewimiye.
Destdirêjiyên lipeyhev ên siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê di halekî da ye ku saziyên mafên mirovan hema wisa li hemberî vê yekê bêdeng in.
Ji aliyê din va, bi sedan kes ji hêzên Seraya El-Qudsê wek baska leşkerî ya Cîhada Îslamî şeva derbasbûyî bi boneya rêzgirtina bîstemîn salvegera pevçûna Kampa Cenînê, li kolanên navçeya Nuseyratê ya Xezeyê tevî pêşandana çekên cûr bi cûr wêneyên şehîdên pevçûna Cenînê di gel leşkerên siyonîst di sala 2002an bilind kirin.