Nîsan 04, 2022 09:06 Asia/Tehran
  • Leşkerên siyonîst êrîşî ser Qudsa dagirbûyî kir / 19 filistînî birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa leşkerên siyonîst ser navçeya Bab ul-Amûdê li Qudsa dagirbûyî û birîndarbûna 19 filistîniyan kir.

Medyayên filistînî berbnaga Duşemiyê qala pevçûpn û êrîşa leşkerên dagirker ên Rejîma Siyonîst ser merasima meha Remezanê û rojîdarên misilman li Bab ul-Amûdê û qada Mizgefta Eqsayê kir.

Hêzên nihênî yên polîs û siwarên hespan û her wiha leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst bi alavên tam êrîşî ser filistîniyên bêberevan kir û wan hewil da ku merasima meha Remezanê tevlihev bikin.

Xortekî filistînî jî di encama êrîşa hovane ya siyonîstan li navçeya Bab ul-Amûdê li Beyt ul-Muqedesê birîndar bû.

Rêxistina Heyva Sor a Filistînê jî ragihand, ji ber avêtina gulleyên plastîk ji aliyê leşkerên siyonîst ber bi xortên filistînî va, herî kêm 4 kes heta niha birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî qala zêdebûna birîndarên êrîşa siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê heta 11 kesan kir.

 

Serepeyv