137 rêxistinên mafê mirovan ên erebî daxwaza rawestandina şêrr li Yemenê kir
Çavkaniyên medyayî ragihand ku 137 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên erebî daxwaza rawestandina şêrr li Yemenê kir.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya El-Mesîreyê, 137 sazî û rêxistinên mafên mirovan bi daxuyaniyekê ragihand, şerê destdirêjiyê li dijî Yemenê li hemberî çavên cîhaniyan û bêdengî û bêtevgeriya civaka cîhanî û di serê wê da NY û saziyên girêdayî bi wê ji ber tirsa ji rawestandina alîkariyên aborî yên Erebistan û Imaratê bo wan, di heyama heft salên borî da didome.
Rêxistinên mafên mirovan û ên sivîl di vê daxuyaniyê da tevî ku ji jin û mêrên berevanê mafên mirovan xwestin ku ji bo rawestandina şêrr li Yemenê zextê bînin, daxwaza rawestandina şêrr ji aliyê welatên destdirêjker û rakirina bilez a dorpêça Yemenê bi taybet Bendera Hudeydeyê û balefirgeha navneteweyî ya senayê û dayîna destûra hatina xwarek, derman û ardûyê bo vî welatî kir.
Di daxuyaniya saziyên mafên mirovan da hatiye teqezkirin ku hemî aliyên yemenî di dem û cihê lihevkirî û di bin rêveberiya NY da, li dor maseya gotûbêjên yemenî-yemenî ji bo çareserkirina qeyrana vî welatî rûnin.
Ji aliyê din va, Rêberê Ensarullaha Yemenê Hevpeymaniya destddirêjker a Siûdî hişyar kir, heke derfeta agirbesa demkî û yekalî ya Senayê ji dest bide, dê poşman bibin.
Vê hefteyê Mehdî Meşat Serokê Koneya Bilind a Siyasî ya Yemenê qala agirbesa yekalî û sêrojî ya hêzên çekdar ên vî welatî li hemî bereyên navxweyî û dervesînorî kir û got: Eger hevpeymaniya Siûdî êrîş û destdirêjiya xwe li dijî Yemenê rawestîne, ev agirbes dê berdewam bibe. Agirbesa sêrojî ji berêvara Yekşemiyê va cih hat.