Adar 28, 2022 09:51 Asia/Tehran
  • Komên filistînî: Operasiyona şehadetxwazane ya Xezîre bersiva bo cinayetên siyonîstan e

Komên berxwedana Filistînê tevî pêşwaziya ji operasiyona şehadetxwazane ya Yekşemiyê bi şev li bajarê dagirbûyî yê Xezîreyê li başûrê Heyfayê ku di encamê 2 siyonîst hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn, ew wek bersivek bo cinayetên siyonîstan dan zanîn.

Komîteyên berxwedana Filistînê ragihand ku operasiyona Xezîreyê derbeyeke nû li pergala ewlehî û istixbaratî ya dijminê siyonîst e.

Bereya Demokratîk ji bo aazadkirina Filistînê jî ragihand ku Operasiyona Xezîreyê bersivek bo cinayetênn dagirkeran û bajaroknişînan li dijî gelê Filistînê ye.

Her wiha Tevgera Têkoşerên (Mucahid) Filistînê tevî pîrozkirina operasiyona şehadetxwaziyê li bajarê Xezîreyê ragihand ku, em ji hewildanên yên ku îsbat kirin dijminê siyonîst lawaz e, gelekî sipasdar in.

 

Tevgera Cîhada Îslamî jî ev operasiyon wek bersiva azadeyên Umeta Îslamî li hemberî civîna 6 alî ya wezîrên derve yên çar welatên erebî di gel Amerîka û Rejîma Siyonîst li erdên dagirbûyî da zanîn.

Medyayan Yekşemiyê bi eşv qala operasiyona şehadetxwaziyê ya 2 xortên filistînî li bajarê dagirbûyî yên Xezîreyê li başûrê Heyfayê kir ku di encamê da herî kêm 2 siyonîst hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn û du şehaadetxwaz jî şehîd bûn.

 

 

Serepeyv