Adar 24, 2022 19:49 Asia/Tehran
  • Misir piştgirî da çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê li gorî biryara NY'yê

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna asayî ya 48’an a Meclisa Wezîrên Karên Derve yên dewletên Rêxistina Hevkariya Îslamê de got, welatê wî piştgiriyê dide xebata siyasî ya li Sûriyê ya li gorî biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna 48’an de ku li paytexta Pakistanê Îslam Abadê li dar ketiye got "Misirê girîngiyê dide xebata siyasî ya li Sûriyê di bin sîwana NY’yê de li gorî biryara 2254’an a Civata Ewlekariyê ya vê rêxistinê."

Şukrî herwiha anî ziman ku welatê wî tekezî bi girîngiya parastina yekitî, îstîqr û serweriya Iraqê dike, her wiha xebatên Iraqê yên şerê li dijî terorê de bi nirx û girîng dizane û da zanîn ku divê destwerdanên derve li karûbarên Iraqê werin rawestandin.

Serepeyv