Adar 22, 2022 10:54 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Israîlê ji bo hevdîtina di gel Sîsî derbasî Qahireyê bû

Serokwezîrê Israîlê di serdaneke jipêşranegihandî da derbasî Qahireya paytexta Misirê bû.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, Naftali Bennet roja Duşemiyê ji bo civîna di gel Ebdulfetah Sîsî serokkomarê Misirê gihîşte Qahireyê.

Ofîsa Bennnetî heta niha tu hûrgiliyel li ser vê serdana jipêşve-aşkiranekirî raber nekiriye.

Ev dê yekemîn civîna Bennet di gel Sîsî di sala îsal da be.

Di îlona 2021ê da, Bennetî yekemîn serdana fermî ya serokwezîrekî Israîlê ji Misirê di dehika derbasbûyî da pêk anî. Ew civîn li bajarê cihê seyranê yanî Şermul Şeyxê û di halekî da hat lidarxistin ku Misirê serkêşiya hewilên ji bo navcîtiya navbera Israîl û Hemasê dikir.

 

 

Serepeyv