Adar 21, 2022 14:49 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Filistînê: Israîl şandê damezirandina welatê Filistînê lawaz dike

Serokwezîrê Filsitînê roja Yekşemiyê got ku kiryarên Israîlê, di nav da berfirehkirina çêkirina bajarokan, her cûre şansê ji bo damezirandina welatê Filistînê lawaz dike.

Li gorî rapora Iran Pressê, Muhemed Eştiye, Serokwezîrê Filistînê di hevdîtina di gel Vivian Balakrishnan wezîrê derve yê Sîngapûrê li bajarê Ramellahê yê Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê da got: Rastiyên li meydanê hêdî hêdî xerabtir dibin. Rêkara du-welat bi rêya gotûbêjê nagihêje encamê, ji ber ku rejîma Israîlê vê yekê naxwaze.

Naftali Bennet serokwezîrê Israîlê pêştir ragihandibû ku dewleta wî dê tu gotûbêjekê di gel Mehmûd Ebas serokê Rêveberiya xweser a Filistînê an tu rayedarekî din ê filistînî pêk neyîne.

Eştiye tevî daxwaza ji Sîngapûrê ji bo bifermînaskirina welatê Filistînê, got: Rejîma Israîlê tu gotûbêjek di gel Mehmûd Ebas nexitiye rojeva xwe; ne gotûbêjên aştiyê û ne jî welatê filistînî.

Gotûbêjên rasterast ên aştiyê di navbera Israîlê û filistîniyan ku bi qasî 9 mehan ji aliyê Amerîkayê va dihat piştgirîkirin, di sala 2014an da û li pey nakokiyên mezin li ser mijarên têkildarî çêkirina bajarokên siyonîstnişîn û bifermînaskirina welatê Filistînê li nav sînorên sala 1967an hatin rawestandin.

 

Serepeyv