Adar 14, 2022 10:30 Asia/Tehran
  • Şîreta karzanên siyonîst; Gefa Îranê ciddî bibînin

Di halekî da ku medyayên siyonîst li ser cidîbûna gefên Îranê tekeziyê dikin, serokê berê yê servîsa istixbaratî ya vê rejîmê ji berpirsên israîlî xwest ku gefên îranê bi baldarî berçav bigirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Rojnameya ibrî ya Ha Arêtzê êvara Şemiyê li ser malpera xwe tevî amajeya bi amadetiya leşkerên siyonîst, ragihand: Duh piştî vegeriyana Aviyo Koxay serokê Erkantiya Artêşê ji serdana xwe ya Behreynê, gefên ragihandî yên ji aliyê Îranê va hatin vekolandin.

Di vê navberê da medyayên ibrî ji zarê Amûs Yadlîn serokê berê yê Servîsa istixbarata leşkerî ya artêşa Israîlê jî ragihandin ku divê gefa Îranê têkildarî berteknîşandana li hemberî vê êrîşê cidî were dîtin.

Yiraîl Hiyomê jî di raporê da aşkira kir, aliyên leşkerî û ewlehiyê yên Israîlê xwe ji bo komeleke senaryoyên têkildarî cûreya berteka Îranê amade dike û ji avêtina mûşekan ser bakûr (Filistîna Dagirbûyî) bigir heta êrîşa li ser sînoran û şandina dronan hatiye vekolandin.

 

Serepeyv