Di 2 mehan de 47 zarokên yemenî hatin kuştin û birîndarkirin
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 2 mehan de 47 zarokên yemenî hatine kuştin û birîndarkirin.
Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya Yemenê kiriye. Ji destpêka şerê Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê li dijî Yemenê heta niha bi sedan hezar yemenî şehîd û birîndar bûne û 4 milyon kes jî aware bûne.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Russia Today; UNICEFê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka şerê Yemenê ve (7 sal berê) heta niha zêdetirî 10 hezar û 200 zarok hatine kuştin û birîndarkirin, ku îhtimal heye ev jimar gelekî zêdetir be.
UNICEFê di daxuyaniyekê de diyar kir; Tundûtûjî, belengazî û destengî her derê Yemenê girtiye ber xwe û encamên xirab û roj reşî ji milyonan zarok û malbatên wan re hebûye û dem hatiye ku çareseriyeke siyasî ya mayînde ji wan re were dîtin, da ku yemenî û zarokên wan di aramî û ewlehiyê de ku heqê wan bijîn.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka êrişên hevalbendiya siûdî ser Yemenê heya niha sektorên tendirustî, aborî, perwerdehî û hwd li Yemenê ji aliyê hejmareke zêde ji yemeniyên ku zêde ji 3.3 milyon ji wan di kamp û xwendingehan de dijîn rastî nexweşiyên jihevgir(enfeksiyon) yên wekî û kolera tên.
Zêdeyî 2 hezar û 500 dibistan li Yemenê jî nayên bikaranîn û ji bo armancên leşkerî têne bikaranîn an jî bûne stargehên penaberan.