Adar 09, 2022 12:03 Asia/Tehran
  • Li bakurê Nablusê ciwanekî filistînî şehîd bû

Li bakurê rojavayê Nablusê ciwanekî Filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat gulebarankirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sama`yê, çavkaniyên xwecihî sibeha çarşemiyê ragihandin ku "Ehmed Hekmet Seyf" xelkê gundê "Berqa" li bakurê rojavayê Nablusê ku çend roj berê bi gullên siyonîstan birîndar bibû, şehîd bû.

Di destpêka vê mehê (Adar) de, hêzên Îsraîlî ciwanekî 23 salî yê filistînî bi gullan şehîd kirin.

Çend roj berê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandibû ku li bajarê Ebûzebî yê Qudsa dagirbûyî, ciwanê Filistînî Yaman Nafiz Cefal ê 16 salî  ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye şehîdkirin.

"Tariq Îzzeddîn" berdevkê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê cinayetên Rejîma dagirker a Siyonîst şermezar kir û diyar kir ku siyonîst zû yan dereng dê berdêla kiryarên xwe bidin.

Serepeyv