Adar 03, 2022 23:24 Asia/Tehran
  • Welîehdê Siûdî bi helwesta sereke ya Erebistana Siûdî li hember Rejîma Siyonîst îtiraf kir

Welîehdê Erebistana Siûdî piştî dîtina guhertinên eşkere û veşartî di peywendiyên Erebistana Siûdî û Rêjîma Siyonîst, bi taybetî di sala derbasbûyî de, neçar ma aqubet helwêsta sereke ya welatê xwe li hember Rêjîma Siyonîst eşkere bike.

Dema ku Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan pesna rêkeftina Îsraîlê bi welatên Erebî re (Rêkeftina Birahîm) da, nêrînek derket ku Îmarat û bi taybetî Behreyn, ser daxwaza Erebistana Siûdî û piştgiriya wê ji bo normalkirina peywendiyan, bi Rejîma Siyonîst re tevgeriyane. 

Di heman demê de gotegot hatin belavkirin ku Erebistana Siûdî dê di demeke nêzîk de peywendiyên xwe bi Rêjîma Siyonîst re asayî bike, lê Rejîma Siûdî hertim ev yeka red dikir.

Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman ku beriya niha ditirsiya ku welatê wî cihê xwe di cîhana erebî de bi tevlîbûna lihevkirina Ibrahîm winda bike, îro di hevpeyvînekê de ligel kovara Amerîkî ya "Atlantic" bêdengiya xwe şikand û îtiraf kird ku welatê wî Îsraîl wek hevalbend dibîne û gelek berjewendiyên wan ên hevpar hene.

Bin Selman her wiha eşkere kir ku Erebistan û Rejîma Siyonîst ji bo bidestxistina berjewendiyên hevpar pir hewl didin.

Ev gotinên Bin Selman piştî wê yekê tên ku Rejîma Siûdî kiryarên eşkere yan nepenî pêk anî, ji wan gotûbêja bi Rêjîma Siyonîst re li ser pêkanîna peywendiyên dîplomatîk, vekirina esmanê xwe li ser balefirên Israîlê û serdana Bani Gantz, wezîrê cengê yê Israîlê bo Erebistanê. , Yekem firîna ji Riyazê bo Tel Avîvê, daketina yekem balafira Îsraîlê li balafirgeha Riyazê, îmzekirina peymanên çend sed milyon dolarî di navbera Tel Avîv û Riyazê de, serdana şandeke siyonîst bo Erebistana Siûdî û girtina dijberên asayîkirina peywendiyên digel Rêjîma Siyonîst li Erebistanê nîşan dan ku rejîma Siûdî  biryar daye ku peywendiyên xwe digel Rêjîma Siyonîst asayî bike.

Serepeyv