Serokkomarê Libnanê sipasiya piştevaniyên Îranê kir
Serokomarê Libnanê di hevdîtina di gel Wezîrê Çand û Irşada Îslamî yê Îranê, sipasiya piştgiriyên Îranê ji gel û dewleta Libnanê kir.
Mîşil Ewnê serokkomarê Libnanê îro di hevdîtina tev Muhemed Mehdî Îsmaîlî Wezîrê Çand û Irşada Îslamî yê Îranê li Beyrûtê, got: Îranê karî li hemberî rewşa dijwar ku tûşî wê bû, tê bikoşe.
Serokkomarê Libnanê her wiha bi şandina Silavê bo Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi rêya Wezîrê Çand û Irşada Îslamî yê Îranê, hêvîdarî kir ku Libnan bikare qeyrana aborî ya niha derbas bike.
Ewn tevî eşareta bi vê yekê ku hûrgiliyên gotûbêjên Viyenê di navbera Îranê û Koma 4+1ê da li ser mijarên navokî dişopîne, hêvîdarî kir ku ev gotûbêj serkeftî bin.
Muhemed Mehdî Îsmaîlî, Wezîrê Çand û Irşada Îslamî yê Îranê jî di vê hevdîtinê bi pêşkêşkirina silava Seyid Îbrahîm Reyîsî bo Mîşil Ewn, got: Îranê nêrîna erênî li helwêstên bingehîn, mihwerî û qahêm ên serokomarê Libnanê heye û sipasiya vê yekê dike.