Sibat 28, 2022 11:09 Asia/Tehran
  • Êrîşên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li ser parêzgehên Hece, Mareb û Seideya Yemenê

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî careke din cihwarên jiyanê li Hece, Mareb û Seideya Yemenê dan ber êrîşê.

Kanala Mesîreya Yemenê Yekşemiyê bi şev ragihand, Balefirên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî herî kêm 12 caran navçeya Hereza parêzgeha Heceya Yemenê dane ber bombeyan.

Çend navçeyên parêzgehên Seide û Mareba Yemenê jî ketine ber êrîşên asimanî yên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî.

Hîn tu raporek derbarê ziyan û goriyên ihtimalî nehatiye weşandin.

Muhemed Cabir Ewez, parêlzgarê Seideyê vê dawiyê tevî şermezarkirina cinayetên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li Yemenê ragihand, Amerîka berpirsa tam a cinayet û kuştinên li Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî careke din cihwarên jiyanê li Hece, Mareb û Seideya Yemenê dan ber êrîşê.

Yemenê ye.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî bo ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya Yemenê kiriye.

Ji destpêka şerê Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha bi sedan hezar yemenî kuştî û birîndar bûne û 4 milyon kes jî aware bûne.

Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha zêde ji sedî 85 ji jêrxanên Yemenê wêran kirine û ev welat di warê xwarin û dermanan de bi gelek kêmasiyan re rûbirû bûye.

 

Serepeyv