Sibat 26, 2022 12:19 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê: Palpiştiya Ukraynê bi piştevaniyên Amerîkayê şaş bû

Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbillaha Libnanê got: Palpiştiya hinekan bi piştevaniyên Amerîkayê şaş e û mijara Ukraynê careke din ev yek piştrast kir.

Li gorî rapora El-Ehdê, Seyid Haşim Sefiyedîn, Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbillaha Libnanê wek berteka derheqê şerê Ukraynê got: Xelasiya Libnanê û navçeyê ji hemî karesatan, bi azadbûna rasteqîn ji desthilata Amerîkayê pêkan e.

Sefiyedîn got: Amerîka û welatên rojavayî Ukrayn han dan û soza piştevaniyê dane wan, lê dema ku pê hesiyan ku berjewendiyên wan di metirsiyê da ye, dev ji Ukraynê berdan da ku berjewendiyên xwe biparêzin.

Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbillaha Libnanê bi gotina vê yekê ku Joe Bidenê serokkomarê Amerîkayê piştî ku dît mijar cidî ye, paşvekişiyana welatê xwe ji bo beşdariya di vî şerî da ragihand û got: Ev heman tişt e ku Amerîkayê bi vê riyê hinek avêtin nav cehenema komployê li Libnanê û paşê dev ji wan berda.

 

 

Serepeyv