Li Yemenê di encama teqîna mayînekê de 9 çekdarîn ser bi hevpeymaniya Siûdê mirin
Li parêzgeha Sada ya li bakurê Yemenê mayînek ku hikûmet întiqaliyî Yemen li ser riya kirêgirtiyên hevpeymaniya Siûdî danî bû teqiya û bû sedem 9 çekdaarên kirêgirtî bimrin.
Li gor daxuyaniya saziya civaka sîvîl a Çavdêriya Mayînan li Yemenê, li parêzgeha Sada ya di bin kontrola komîn ser bi hevpeymaniya Siûdî de, li herêma Muselles El-Baka, di dema yekîneyên El-Fetih ên ser bi hêzîn dewleta îstîfakirî dewriye digeriyan, ji aliyê hêzên gelenç yîn Yemenî ve mayînekî hatî danîn teqiya û di bûyerê de 9 kirêgirtî jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, herêma Baka ya mayîn lê teqiyayî ji aliyê artîş û komçteyîn gel yên Yemenê ve mayîn lê hatine bicîh kirin û wek herêmek ku pir metirsî û teqîna mayîn lê vedayî tê pênase kirin.
Derbarê bûyerê de ji aliyê hêzên gelenç û hevpeymaniya Siûdî ve ti daxuyaniyek nehate dayîn.
Rayedarên dewleta ser bi Hevpeymaniya Siûdç berî naha ragehandibûn ku li welat mayînên ku hatine danîn hejmara wan 2 milyonan derbas kiriye.