20 kirêgirtiyên siûdî li bajarê Maribê yê Yemenê hatin kuştin
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja Şemiyê li başûrê bajarê Maribê yê Yemenê bi operasyoneke nişka ve herî kêm 20 kirêgirtiyên siûdî kuştin.
Koalîsyona Siûdî di van mehên dawî de li eniya Maribê bi gelek şikest û tîkçûnan re rûbirû bû. Koalîsyona êrîşkar a Siûdî niha li eniya Maribê ji sê aliyan ve di bin dorpêçê de ye.
Parêzgeha Maribê ji ber çavkaniyên xwe yên dewlemend ên neft û gazê navenda bajarê Maribê ye. Li gorî pisporan, eger ew parêzgeh bi temamî were rizgarkirin, divê dawî li karê hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li Yemenê were ragihandin.
El-Masîre şeva şemiyê ragihand ku di encama kemîna artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li bajarê Maribê li başûrê Yemenê, herî kêm 20 kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin û zêdetir ji 35 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî El-Mesîre, çeteyên girêdayî Koalîsyona Siûdî piştî ku derbeyên giran xwarin ji qada şer vekişiyan.