Çile 28, 2022 10:57 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 90 çeteyên Îmaratê li başûrê Yemenê hatin kuştin

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku zêde ji 90 kirêgirtiyên Îmaratê di encama şikandina êrîşên çeteyên Îmaratê de li parêzgeha Şebwe hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, çavkaniyên leşkerî yên Yemenê roja pêncşemiyê ragihandin ku şer û pevçûnên navbera artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi endamên "El-Emalqe" -kirêgirtiyên girêdayî Îmaratê - li parêzgeha Şebwe li başûrê Yemenê berdewam in.

Hate gotin ku zêdetirî 90 ji van çeteyan di şer de hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Li gorî van çavkaniyan, endamên El-Emalqe hewl dida derbasî rojavayê Şebweyê bibin, lê ji aliyê hêzên Yemenê ve hatin paşvekişandin.

Erebistan û Îmaratê hewlên xwe ji bo berfirehkirina nifûz û dagîrkeriya xwe li rojhilata Yemenê û parêzgehên El-Muhre û Şebwe didomînin û bi şandina hêzên xwe bo van navçeyan hewil didin ku bandora xwe li van parêzgehan berfireh bikin.

Serepeyv