Çile 25, 2022 15:30 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên hevpeymaniya siûdî parêzgeha Senayê ya Yemenê bombebaran kirin

Kanala El-Mesîra ya Yemenê îro Sêşemiyê ragihand ku balafirên şer ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî bi berfiretî êrişî parêzgeha Senayê ya Yemenê kirin.

Kanala El-Mesîra ya Yemenê ragihand, balafirên şer ên hevpeymaniya siûdî navçeyên El-Nehdîn û El-Hefa yên bajarê Senayê 3 caran kirin hedefa êrişên dirindane.

Derbarê zirar û ziyanên canî yên ji ber van êrişan heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Balafirên şer ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî di rojên derbasbûyî de, çend caran deverên niştecihbûnê li parêzgehên curbicur ên Yemenê bombebaran kirin.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişên leşkerî ser Yemenê kirin û ev welat ji hêlên bejahî, deryayî û hewayî dorpêç kirine.

Şerfiroşiyên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heta niha bûne sedem ku bi sedan hezar yemenî werin kuştin û birîndar bibin û 4 milyon kes jî aware bibin.

Herwiha ji ber êrîşên dagirkerî yên Erebistana Siûdî zêdetir ji 85% ji binesaziya Yemenê wêran bûne û ev welat ji ber kêmbûna xwarin û dermanan bi pirsgirêkên zav rûbirû maye.

Serepeyv