Çile 25, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Agahiyên nû derbarê êrîşên Yemenê ser Erebistana Siûdî û Îmaratê di bin navê

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê hûrgiliyên êrişên mûşekî yên vê dawiyê yên vî welatî ser Îmarat û Erebistanê wek "Bahoza Yemenê 2" ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, "Yehya Serî" berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê li bara hûrgiliyên operasiyona duh duşemê li vî welatî li kûrahiya Erebistanê û Îmaratê got: Di operasyonê de baregeha esmanî ya El-Zefrei û hedefên din ên hestyar ên li Ebû Zebî bi çendîn mûşekên balistîk ên Zulfeqar ên Yemenê hatin hedefgirtin.

Serî her wiha got: “Hedefeke din a heyatî û girîng li Dubeyê bû hedefa balafira bêfirokevan a “Semad 3”.

Yehya Serî herwiha got: hejmarek baregehên leşkerî li kûrahiya axa Erebistana Siûdî li devera "Şirweh" û deverên din ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên "Samed 1" û "Qasef k2" hatin xistin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê şîret li şîrket û sermayedarên biyanî yên li Îmaratê kir ku ji vî welatî derkevin û bal kişand ser vê yekê ku heta ku destdirêjî û dorpêçkirina Yemenê dewam bike, Îmarat dê bibe armanca êrîşan.

Hêzên çekdar ên Yemenê roja duşemiya borî jî di operasyona bi navê "Bahoza Yemenî 1"ê de 4 mûşek avêtin parzûngeha petrolê li devera El-Mesfeh û firokxaneya Ebû Zebî.

Serepeyv