Çile 24, 2022 13:46 Asia/Tehran
  • Balafirên koalîsyona Siûdî 45 caran Yemenê bombebaran kirin

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku balafirên şer ên hevpeymaniya siûdî şevê din 45 caran deverên curbicur ên Yemenê bombebaran kirin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Mesîre, balafirên şer ên hevpeymaniya siûdî 18 caran bajarê Herîbê û 4 caran jî bajarê El-Wadî li parêzgeha Maribê bombebaran kirin.

Li gorî vê raporê, balafirên hevpeymaniya siûdî herwiha 10 caran bajarokê Eyn Tabie li parêzgeha Şebwe kirine armanc.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku balafirên şer ên hevpeymaniya siûdî herwha 8 caran bajarokê Muqebne ya parêzgeha Teizê û 5 caran jî parêzgeha Seide ya Yemenê bombebaran kirine.

Ji aliyeke din ve, hevpeymaniya siûdî ragihand ku hêzên yemenî bi mûşekan êrîşî ser devera Cîzanê li başûrê Erebistanê kir.

Şerfiroşiyên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heta niha bûne sedem ku bi sedan hezar yemenî werin kuştin û birîndar bibin û 4 milyon kes jî aware bibin.

Herwiha ji ber êrîşên dagirkerî yên Erebistana Siûdî zêdetir ji 85% ji binesaziya Yemenê wêran bûne û ev welat ji ber kêmbûna xwarin û dermanan bi pirsgirêkên zav rûbirû maye.

Serepeyv