Çile 13, 2022 10:33 Asia/Tehran
  • 2 leşkerên siyonîst li Şerîeya Rojava hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku 2 efserên rejîma Siyonîst di encama gullebarana li Şerîeya Rojava de hatine kuştin.

Li gor nûçeya El-Mayadîn; Artêşa Rejîma Îsraîlê roja Pêncşemê li bara vê bûyerê diyar kir: Leşkerekî siyonîst gulle li du efserên vê rejîmê reşandin û ew kuştin.

Îro danê sibê çavkaniyên bi zimanê Îbranî ragihandin ku 2 leşkerên siyonîst li baregeha leşkerî ya li nêzîk Erîhayê di encama gullebaranê de birîndar bûne û rewşa wan xirab e.

4 leşkerên siyonîst jî şeva borî ji ber şer û pevçûnên ligel rûniştiyên devera El-Neqebê birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.

Ji aliyê din ve li dû xwenîşandan û pevçûnên vê dawiyê yên filistînî û hêzên Rejîma Siyonîst li devera El-Neqebê li herêmên dagirbûyî yên sala 1948`an, 2 leşkerên siyonîst birîndar bûn û otomobîlek jî şewitî.

Serepeyv