Tel Avîv îdia dike ku li herêmên dagirkirî 4 sîxur girtine
Rêxistina Îstixbarat û Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst îdia kir ku 4 jinên ku li navçên dagirbûyî dijîn bi tohmeta peywendiya digel Îranê girtine.
Li gorî rapora malpera “Kan” a Îbranî, rêxistina îstixbaratî û ewlehiyê ya navxweyî ya Rejîma Siyonîst (Şebek), êvariya îro (çarşemê) bi daxûyaniyekê îdia kir ku 4 jinên xelkê “Hulon”, “Beyt Şîmeş”, “ Kefer Saba” û Qudsa dagirkirî bi tometbariya ku têkiliya xwe bi Îranê re hene hatin girtin.
Li gorî tora han, girtina wan çar jinan vedigere mehekê berê û îro jî rê ji çavkaniyên Îbranî re hatiye dayîn ku vê nûçeyê belav bikin.
Li gor nûçeya Şebek, ji wan 4 kesan hatiye xwestin ku wêneyên balyozxanên Rejîma Îsraîlê bigirin û hin berpirsên payebilind ên Wezareta Şer û Ewlekariya rejîmê jî bêxin ber çavên xwe û bişopînin.
Rejîma Siyonîst di rewşekê de van îdiayên derew têxe rojevê ku di mehên dawî de, sazî û kompaniyên vê rejîmê bi caran bûne armanca êrîşên sîber(Sayberî).