Çile 04, 2022 12:17 Asia/Tehran
  • Erebîstana Siûdî îdia kir ku 5 balafirên bê mirov ên Yemenê xistine xwarê

Koalîsyona Erebistana Siûdî îdia kir ku 5 balefirên bêfirokevan ên Yemenê li nav axa Erebistana Siûdî îmha kirine.

Sky Newsê sibeha Sêşemê ragihand; Hêzên koalîsyonê dibêjin ku berevaniya esmanî ya Erebistana Siûdî 5 balefirên bêfirokevan ku ji Yemenê ber bi Erebistana Siûdî ve hatibûn armanckirin,dişopînin û îmha dikin.

Koalîsyona Siûdî her wiha ragihand ku balafirên bê mirov ji paytexta Yemenê Senayê ber bi Erebîstana Siûdî ve difirin.

Yemeniyan hertim pêgirî li ser armanckirina binkeyên leşkerî û navendên sereke yên Erebistana Siûdî dikin heta ku êrîşên esmanî, deryayî û bejahî yên hevpeymaniya siûdî ser welatê wan bi temamî rawestin.

Di rojên derbasbûyî de, êrîşên esmanî yên hevpeymaniya siûdî ser deverên curbicur ên Yemenê ji wan paytexta wê Sanayê zêde bûne û heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin.

Serepeyv