Balafirên şer ên Erebistana Siûdî parêzgehên Zalie, Zemar û Seede bombebaran kirin
Kanûn 30, 2021 21:34 Asia/Tehran
Balafirên şer ên Erebistana Siûdî deverên curbicur li parêzgehên Zalie, Zemar û Seede yên Yemenê bombebaran kirin.
Li gorî El-Mesîre ya Yemenê; balafirên şer ên Erebistana Siûdî di şev û roja borî de çendîn deverên sivîlnişîn li parêzgeha Zalie (başûrê Yemenê) bombebaran kirin. Di vê navberê de, deverên niştecihbûyî yên parêzgeha Zemarê (rojavayê Yemenê) jî bûn armanca êrîşên herî dijwar ên esmanî ji aliyê rejîma Siûdî.
Ji aliyê din ve çavkaniyên yemenî ragihandin ku devera El-Şêx li parêzgeha Seede ya bakurê Yemenê jî bûye armanca êrişên balafirên şêr ên Erebistanê.
Li gorî vê raporê, di gelek êrişên balafirên cengê yên siûdî ser parêzgehên Yemenê de, deverên niştecihbûnê yên sivîlan hatine bombebarankirin.