Kanûn 28, 2021 16:34 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Lubnanê daxwaza gotûbêja neteweyî ya demlidest kir

Serokomarê Lubnanê tevegrên siyasî yên vî welatî jibo gotûbêja neteweyî ya demlidest vexwendin.

 

 

Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê îro sêşemiyê li axiftineke televîzyonî, pêgirî ser pêwîstiya  lidarxistina civîna  kabîneyê di dema herî nêz de kir. 

 Ewn her wiha daxwaza gotûbêja neteweyî ya demlidest jibo bidesxistina hevhatinê li bara sê meseleyan û pejrandina wê ji wan rakirina merkezîyeta îdarî û aborî ya berfireh, îstiratejiya bervaniyê jibo piştgiriya ji Lubnanê û plana  baştirkirina rewşa aborî  kir. 

Serokkomarê Lubnanê got: Rawestandina civînên kabînê tu mentiq û qanûnek tine û xebata  wê tu têkiliya xwe bi pirsgirêkan re tine. 

Ewn her wiha  daxwaza peywenediyên baş tev hemî welatên ereb bi taybet welatên derdora Kndava Farsê kir. 

Ji 13 Cotmeha  buhurî piştî pêgiriya du wezîrên ser bi Hizbullahê û Tevgera Emelê jibo hilkolandina  dosiya lêkolînên ser teqîna li bendera Beyrûtê û wêdebirina dadwer Tariq El-Beytar, civînên kabîneyê hatine rawestandin. 

Vê dawiyê piştî weşandina  gotinên Corc Qordahî Wezîrê Ragehabndinê yê berê yê Lubnanê li bara  pêwîstiya rawestandina şerê Yemenê, Erebistanê û bi dû wê hin welatên ereb ên derdora kendava Farsê  ji wan Îmarat, Kuweyt û Behreynê balyozên xwe ji Lubnanê vexwendin û peyweniyên xwe bi vî welatî re rawestandin. 

 

Serepeyv