Kanûn 21, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • 3 leşkerên siyonîst bi gullên berxwedêran birîndar bûn

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku 3 leşkerên siyonîst li bajarê "Cenîn"ê di encama pevçûna çekdarî ya li gel berxwedêran de birîndar bûne.

Li gor ajansa Felestîn El-Yewm; Şervanên Filistînî roja Duşemê gulle berdan xala kontrolê ya leşkerî ya Celme li bakurê Cenînê li Şerîeya Rojavayê Çemê Urdinê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, şervanên Filistînî 2 caran gulle berdan nuqteya kontrolê.

Ji aliyê din ve ciwanên filistînî piştî êrişa leşkerên siyonîst ser bajarê Sila el-Harithiye li rojavaya Cenînê bi leşkerên hanê re ketine pevçûnê.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku di pevçûnên li bajarê Sileh El-Harithiyê de 3 leşkerên siyonîst bi giranî birîndar bûne.

Şervanên berxwedanê her wiha bombeyeke bidestçêkirî li ser rêya dewriyeya Siyonîstan li rojavayê Cenînê teqandin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Grûpên berxwedêr ên Filistînê çendîn caran hişyarî dane Rejîma Siyonîst ku berxwedan hertim bersiva êrişên Rejîma Siyonîstî ye û ji bo sekinîna li hemberî her destdirêjiya Rejîma Siyonîst heta ji bo deqîqeyekê jî şik û dudiliyê naxe dilê xwe.

Serepeyv