Li Qiraxê Rojava Çemê Urdinê kuştina sîyonîstekî
Kanûn 17, 2021 13:01 Asia/Tehran
Li bakurê rojavayê Nablusê li qiraxa Rojava Çemê Urdinê siyonîstekî bajaroknişîn bi gullan hat kuştin.
Kanala nûçeyan a Al-Menarê şeva pêncşemê ragihand ku li bajarokê Humeş yê nêzîkî bajarê Nablus-Cenînê ji nav otomobîlekê ber bi siyonîstan gulle hate reşandin ku di encamê de siyonîstek hat kuştin û 2 siyonîst jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Filistînê MAA jî ragihand ku çekdarên siyonîst piştî bûyerê ketin dû wê otomobîlê.
Pevçûnên di navbera Filistînî û Siyonîstên dagirker de di van hefteyên dawî de zêde bûne.
Komên curbecur ên filistînî bertek nîşanî vê operasiyon li dijî siyonîstan dan û ev operasyon wek bersiveke xwezayî ya li hemberî cinayetên siyonîstên dagirker bi nav kirin.