Kanûn 16, 2021 12:38 Asia/Tehran
  • Di êrîşên esmanî yên Siûdî ser Yemenê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn

Di encama êrişa firokeyên siûdî li parêzgeha El-Hudeyde û Teizê ya Yemenê de 3 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya El-Mesîre, balafirên şer ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî, navçên niştecihbûnê li rojhilatê devera Heysê li parêzgeha Hudeyde ya Yemenê bombebaran kirin û di encamê de 2 zarok hatin kuştin û 5 kes ji malbatekê jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Teizê di encama êrişa balafirên hevpeymaniya siûdî de zarokek û jinek hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Berî vê yekê El-Mesîre diyar kiribû ku balafirên Hevpeymaniya Siûdî çendîn caran deverên niştecihbûnê li parêzgehên Sana, Hece, Marib û Teiz ên Yemenê kirin armanc.

Li hemberî van desdirêjiyan, yekîneya mûşekî ya artêşa Yemenê wek berteka êrişên hewayî yên artêşa Erebistanê ser sivîlên Yemenê, çend baregehên stratejîk li axa Erebistanê kirin armanc.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî got: "Yekîneyên mûşekî yên Yemenê hêlîna balefirên cengê yên siûdî li baregeha esmanî ya Melîk Xalid li Xemîş Mûşêt û çend cihên din li Cîzanê bi 5 mûşekên balistîk kirin armanc".

Serepeyv